Gotara xwe bişîne
Mercên nivîsandina gotareke zanistî ji bo malperê:
1. Tenê xwezaya zanistî:
Divê gotar bi tevahî zanistî be, ne wêjeyî, hunerî, analîzek kesane, yan jî nêrînek takekesî be.
2. Dûrketina ji nêrînên kesayetî:
Gotarên ku xwe dispêrin nerînên nivîskar an analîzên ku ji hêla delîlên zanistî yên pêbawer
ve nayên piştgirî kirin, nayên pejirandin.
3. Bingehgirtina çavkaniyên zanistî yên pêbawer:
Divê hemû zanyarî û agahiyên di gotarê de li ser bingeha çavkaniyên zanistî yên hûrnêrîn bin,
wek mînak: lêkolînên weşandî, gotarên zanistî yên hatine nirxandin, pirtûkên akademîk, an
raporên ji saziyên zanistî yên pêbawer.
4. Belgekirina çavkaniyan li gorî rêbaza Harvard :
Bikaranîna rêbaza Harvard di jêderkirina jêderên hundirê nivîsê û di lîsteya
çavkaniyên dawîn de, ji bo misogerkirina pîşewerî û zelaliya akademîk.
5. Em gotaran bi van zimanan dipejirînin:
Kurdî (kurmancî), Erebî, Ingilîzî û Holendî.