Teknolojiya CRISPR: Şoreşek di warê guhertina cenetîkî de
| Amiroz
Teknolojiya CRISPR yek ji amûrên cînî yên şoreşgerî ye, ji ber ku ew rê dide zanyaran da ku bikaribin DNA bi awayekî bêhempa sererast bikin, ev yek dihêle ku asoyên berfireh di aliyê tedawiya (terapiya) cînî, çandinî û jîngehê de vebin. Karê wê hevşêweyî karê “cawbirê molekulî” ye ku dikare hin beşên cînî yên taybet diyar bike û bibire, ev jî rê dide ku motasyonên bi zirar werin guhertin an ji holê rakirin. Bi vî rengî, ji ber hêsanbûna bikaranîna vê teknolojiyê, lêçûnên wê yên erzan û derfetên bikaranîna wê li ser astên berfireh di hemû zindeweran de, dihêle ku ev teknolojî balkêş û ne ji rêzê be.
Yên vebîner:
Di sala 2015’an de CRISPR-Cas9 ji aliyê tîma zanyaran bi serperiştiya Jennifer Doudna û Emmanuelle Charpentier ve hat pêşxistin. Bi saya vê teknolojiyê em dikarin bi hûrbîniyeke bêhempa cînan sererast bikin, ku ev teknolojî pergala “bergiriya bekteriyayî CRISPR” bingeh digre da ku hin cînên taybet armanc bigre û pênase bike.- Jennifer Doudna mamosteya zanîngeha Kalîforniya- Berlklî.
- Emmanuelle Charpentier mamosteyê zanîngeha Berlînê.
- Di sala 2020’an de, Jennifer Doudna û Emmanuelle Charpentier xelata Nobel ya Kîmyayê di pêşxistina Teknolojiya CRISPR-Cas9 Ev xelat wekî nirxdayîneke li ser bandora vê teknolojiyê di zindînasî û bijîşkiyê de bû.
Girîngiya CRISPR:
Mirov dikare bi rêya teknolojiya CRISPR-Cas9 cînan bi hûrbînî kopî û bi hev ve bike, her wiha zanyar dikarin bi rêya wê cînan sererast bikin, weke tevlîkirina cînên nû an jî çakkirina cînên têkçûyî. Ev teknolojî di lêkolînên cenetîkî û bijîşkî de bûye rêgezeke bingehîn, û pêkanînên wê yên berfireh hene, di nav de:- Tedawiya cînî, ya nexweşiyên cenetîkî .
- Çandinî, ku dikare çawaniya berhemên çandinî baştir bike.
- Lêkolîna zanistî, ji bo lêkolînkirina rola cîneyan.
Jêder:
- Innovative Genomics Institute,n.d. What is CRISPR? Available at: https://innovativegenomics.org/what-is-crispr/
- Mulepati, S., Héroux, A. and Bailey, S., 2014. Crystal structure of a CRISPR RNA–guided surveillance complex bound to a ssDNA target. Science, 345(6203), pp.1479–1484. Available at: https://doi.org/10.1126/science.1256996 [Accessed 23 May 2025].
- Horvath, P. and Barrangou, R., 2010. CRISPR/Cas, the immune system of bacteria and archaea. Science, 327(5962), pp.167–170. Available at: https://doi.org/10.1126/science.1179555[Accessed 23 May 2025].