Skip to main content

Girêdana mejî bi teknolojiya Neuralink re

| Amiroz
Projeya Neuralink, ya ku Îlon Mask di sala 2016’an de derxist, gaveke şoreşgerî ber bi têkelkirina mejiyê mirov bi teknolojiyê re ye, armanca vê projeyê ew e pêşxistina navrûyên mejî-kompiyûterî (BCIs) ên ku dihêlin mirov bi rêya nîşeyên mejî amrazên dijîtal kontrol bikin.

Çawaniya xebitînê: 

Teknolojiya  Neuralink çîpeke biçûk ku di mejî de tê çandin bikar tîne, ev çîp zêdetirî 1.000 elektrodên nerm dihewîne. Her wiha ev çîp nîşeyên mejî tomar dikin û vediguherînin fermanên dijîtal, bi vî rengî kontrol li ser amrazên dijîtal ên weke kompiyuter an jî mobaylê çêdibe.

Pêkanînên bijîşkî: 

yek ji  pêkanînên herî berbiçav ên teknolojiya  Neuralink ew e ku alîkarya nexweşên Reqbûna Rexikî ya Pûçbûyî (ALS). Mînak: nexweşê ALS  Brad Smeth, kesê sêyemîn di cîhanê de ye ku çîpa Neuralink di mejiyê wî de hatiye çandin. Smeth tenê bi rêya bikaranîna nîşeyên mejiyê xwe dikarîbû vîdyoyekê anîmasyon bike, her wiha ji bo ku dengê xwe yê berî nexweşiyê vegerîne  teknolojiya AI bikar anî.

Zehmetiyên sincî û civakî:

Dibe ku pir sûdemeniyên teknolojiya Neuralink hebin lê tevî wê jî pir metirsiyên sincî û civakî derdixe holê, ji nav wan metirsiyan:
  • Taybetmendîbûn : Gengaziya gihîştin û bikaranîna daneyên mejî yên kesane bi awayên bê destûr.
  • Cudahiya civakî : Gengaziya perçekirina civakê ku hinek karibin vê teknolojiyê bidest bixin û hinek na, bi vî rengî civak ji hev dûr dikeve.
  • Kontrolkirina mejî : Metirsî heye ku ev teknolojî bikaribe bandorê li ser raman û biryarên kesane bike.

Jêder: