Nifş, ji nifşên bêdeng heta Alfa
| Amiroz
Silent generation, baby Boomers, X, Millennials / Y, Z, Alpha
Nifş çi ye?
Ew komek ji mirovan e ku di heman heyamê de, bi gelemperî nêzîkî 15 salan ji dayik bûne. Ji her nifşekî re gelek tiştên hevpar hene ji ber ku ew di heman demê de jiyane û bi heman bûyeran bandor bûne.Nifş çawa çêdibin?
Nifş têne avakirin ji ber ku her serdemek demê şert û mercên cûda tê de hene, wekî teknolojî, yasa û bûyerên girîng. Ev tişt bandorê li awayê hizirîn û reftarê kesan dikin.Rêzbûna demî ya nifşan:
1. Nifşê bêdeng ( Silent Generation) 1928 – 1945:
Ev nifş di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û Kovaniya Mezin de çêbûne, taybetmendiyên vî nifşî pabendbûn û ked dayîn e, û hinekî bi aliyê bêdengiya siyasî û civakî ve diçin (Mannheim, 1952). Yek ji zehmetiyên ku vî nifşî jiyan kiriye ew e guncawbûna bi guherînên bilez ên piştî şer bû, weke veguherîna çandî û teknolojîk û pêşketina şêwazê jiyanê yê berhemxwar, ew jî ji ber ku di hawirdorek birêzik û destpêvegirtî de mezin bibûn.2. Teqîna jidayikbûnan (Baby Boomers) 1946 – 1964:
Ev nifş piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di serdema geşbûna aborî û zêdebûna hejmara şêniyan de jidayik bûne. Taybetmendiyên vî nifşî ku di karê xwe de pir dilsoz in û hertim li aramiya pîşeyî digerin (Strauss & Howe, 1991). Zehmetiyên wan ên berbiçav veguhertina pergalên xanenişînê û xizmetguzariyê bû, her wiha dijwariya guncandina wan bi pêşketina dîjîtal re di temenekî mezin de.3. Nifşê X 1965 – 1980 :
Ev nifş di serdemeke veguhêz de mezin bûn ku bi zêdebûna rêjeyên hevberdanê û guherînên civakî ve hatiye naskirin, nermbûn û serxwebûn taybetmendiyên wan ên berbiçav in (Kupperschmidt, 2000). Astengiyên herî berbiçav ku jiyan dikin guhertina teknolojîk a ji nişkê ve û zehmetbûna hevsengkirinê di navbera jiyana kesane û ya pîşeyî de ye.4. Nifşê Y (Millennials) 1981 – 1996:
Nifşê ku di destpêka derketina Enternêtê û cîhanîbûnê de mezin bûne, ev nifş ji pirengiyê û nirxên dadmendiya civakî re vekirî ye (Pew Research Center, 2019). Zehmetiyên aborî yên pir dijwar li pêşberî vî nifşî hene weke bêkarî, deynên xwendinê, derengmayîna seqamgiriya (istiqrara) darayî û civakî.5. Nifşê Z 2012 – 1997 :
Nifşê yekem ku tam dîjîtal e, di cîhanek ku hertim bi enternêt û medyaya civakî ve girêdayî mezin bûne, bi şarezaya civakî û guncandina wan a bi lez bi teknolojiyê re tê nas kirin (Dimock, 2019). Di nav pirsgirêkên herî berbiçav ên ku ev nifş pê re rû bi rû dimîne de gumanên girêdayî nasnameyê, fişara derûnî ya ku ji ber çanda dîjîtalê û metirsiyên guhertina avhewayê der tên.6. Nifşê Alfa (Generation Alpha) 2013 û heta niha:
Nifşê ku di bin sîwana AI û teknolojiya pêşketî de jidayik dibe û mezin dibe, tê texmînkirin ku ev nifş ji nifşên berê xwendevantir û bêhtir têkildar be. Di nav zehmetiyên ku tê dîtin wê ev nifş jiyan bike, ew e girêdayîbûna wan a zêde bi ekranan re û zehmetiyên avakirina jêhatiyên civakî di nava derdoreke virtual de.Rêgezên binavkirina nifşan:
1. Nifşê bêdeng (Silent Generation):
Wiha hatiye binavkirina ji ber ku endamên vî nifşî di qonaxa aloziyên aborî û şeran de mezin bûne, taybetmendiya wan ku pir bêdeng û rêzkar in, di ciwaniya xwe de tevlî jiyana siyasî û civakî nebûne.2. Beybî Bûmerz (Baby Boomers):
Ji ber “zêdebûna jidayikbûnan” a piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn çêbibû ev nav lê hate kirin, ku gelek welatên rojavayî zêdebûnek bêhempa di rêjeyên jidayikbûnê de jiyan kirin.3. Nifşê X:
Tîpa “X” weke nav hate hilbijartin da ku ev nifş bi rengekî veşartî û ne zelal xuya bike û bêbaweriyê bide nasnameya vî nifşî, ev têgeh cara yekem ji milê fotorojnamevan Robert Capa ve hate bikaranîn û piştre di wêjeya civaknasiyê de binav û deng bû.4. Nifşê Y (Millenium):
Ji ber ku ew di destpêka hezarsala nû de gihîştine temenê mezinbûnê an jî ketine bazara kar, ev nav li wan hate kirin, û ew in nifşê ku di siya veguherîna dîjîtal de mezin bûne.5. Nifşê Z:
Li gorî rêza alfabetîk a piştî Nifşê Y, navê “Z” li nifşê li pey wê hate kirin, ku sembola nêzîkbûna dawiya rêza alfabetîk bû, ew nav bi derketina nifşekî tam dîjîtal re hevdem bû.6. Nifşê Alfa (Alpha):
Ev nav weke destpêka çerxeyek nû ya binavkirina bi tîpên yûnanî piştî dawîbûna tîpên latînî (X, Y, Z) lê hate kirin. Jixwe ev têgeh ji milê lêkolînerê usturalî “Mark McCrindle” ve hate pêşinyarkirin.