Skip to main content

Aliyê tarî yê teknolojiya CRISPR

| Amiroz

Çîroka He Jiankui û aliyê tarî yê teknolojiya CRISPR

Di sala 2018’an de, lêkolînerê çînî He Jiankui gengeşeyeke zanistî û sincî ya berfireh derxist holê dema ku jidayikbûna du zarokên ku bi awayekî cînî hatine guhertin bi rêya teknolojiya CRISPR-Cas9 ragihandin. Armanca vê ezmûnê ew e ku cîna bi navê CCR5 sererast bike, da ku herdû zarokên cêwî li hember vîrûsa “Kêmbûna Bergiriya Mirovî HIV” berxwedêr bin, bi taybet ku ew vîrûs bi bavê zarokan re hebû. 

He Jiankui got ku wî ev ezmûn weke hewildaneke ji bo xweparastinê ne ji bo terapiyê çêkiriye, lê belê civaka zanistî ya navnetewî ev ezmûna wî şermezar kir û weke tecrûbeyeke dijî sinc û ne bi ewle nirxandin, ji ber ku lêkolînên têrker ên ku ewlehiya sererastkirinên cenetîkî  yên bi vî rengî li ser astên demdirêj misoger dikin tune ne, bi taybet ku ew bandorê li ser qonaxên destpêkê yên DNA dike û bi vî rengî dibe ku guhertinan derbasî nifşên nû jî bike.

Piştre analîzan nîşan dan ku ew sererastkirina cînî tam ne hûrbîn bû, û di DNA de guhertinên ne çavrêkirî çêbûn, her wiha ne diyar bû ka cêwîyan li dijî vîrusê bergiriya ku dihate xwestin bi dest xistine yan na. Di encamê de, li ser  He Jiankui 3 sal zindan li Çînê hate birîn ji ber tecawizkirina yasayên bijîşkî û bikaranîna karê bijîşkiyê bêyî destûrname (ruxset). 

Ev bûyer mînakeke berbiçav e li ser aliyê tarî yê pêşketinên zanistî dema ku sînorê sincî derbas dikin, her wiha balê dikşîne ser girîngiya danîna zagon û yasayên navnetewî xurt yên ku dikarin sererastkirina cînan li ser mirovan sînordar bikin. 

Metirsiyên tendirustî yên gengaz:

Hin vekolîn nîşan didin ku sererastkirinên cînî di rêya bikaranîna CRISPR re dibe ku metirsiya nexweşiya Penceşêrê zêdetir bike. Lêkolînan derxist holê ku şaneyên sererastkirî dikarin hin guhertinên cînî yên ne di hesaban de çêbikin, ev jî di pêşerojê de dibe sedema pêşketina şaneyên Penceşêrê. 

Zehmetiyên sincî û civakî:

Di derbarê sînorên sincî yên bikaranîna teknolojiya CRISPR de gelek pirs derdikevin holê. Her çiqasî ew ji bo terapiya nexweşiyên cenetîkî were bikaranîn jî, di heman demê de  metirsî heye ku di aliyê baştirkirina taybetmendiyên mirovan de were bikaranîn, weke zêdekirina jîrbûnê, başkirina binyada bedenî û yan jî hilbijartina rengê çavan. Ev pêkanîn hemû bi navê “başkirina dûndeya cînî” (genetic enhancement) têne naskirin, û nakokiyên sincî yên mezin derdixin holê.

Li gorî hin kesan ev teknolojî dikare serdemeke nû ya pêşketina mirovahî bide destpêkirin, lê di heman demê de hin kesên din hişyar dikin ku bikaranîna wê derveyî çarçeveya terapiyê dikare bibe sedema cudakariya cenetîkî, her wiha cudahiya di navbera çînên civakî de zêde bike, û çînên nû yên mirovên “sererastkirî” li hemberî mirovên “normal” biafirîne.

Ev sînaryo hemû vê teknolojiya sozdar vediguherînin amrazeke ku tijî xetereyên civakî û mirovî ye, lewma, ji bo ku di navbera terapiyê û kontrolkirina çarenûsa cenetîkî ya mirovan de sînor neyên derbaskirin displîneke hişk a yasayî û sincî pêwîst e.

 

Jêder:

  1. Urnov, F. (2023, February 8). The dark side of CRISPR. Scientific American.https://www.scientificamerican.com/article/the-dark-side-of-crispr/ 
  2. Regalado, A. (2018, November 26). Chinese scientist claims to have created gene-edited twins. MIT Technology Review. Retrieved from https://www.technologyreview.com/2018/11/26/138957/the-chinese-scientist-who-claims-he-made-crispr-babies-has-been-suspended-without-pay/ Cyranoski, D. (2019).
  3. The CRISPR-baby scandal: What’s next for human gene-editing. Nature, 566(7745), 440–442. https://doi.org/10.1038/d41586-019-00673-1