Ezmûna Milgram: Rajêrbûn û bidestiya ji Desthilatdariyê re
| Amiroz
Di destpêka salên 1960î de, ji sedsala bîstemîn. Dema ku cîhanê hîn jî hewl dida ji tirs û bizdandina Şerê Cîhanê yê Duyemîn têbigihêje, derûniya mirovan pirseke aloz derxist holê: Çawa mirovên asayî dikarin tevlî kiriyarên hovane bibin? Gelo rajêrbûna li hember desthilatdariyê dikare wijdanê kor bike? Ji bo bersiva vê pirsê, derûnnasê Amerîkî Stanley Milgram ezmûneke bi encamên şaşwaz da destpêkirin. Ta heyama me ya îro jî tê lêkolînkirin û xwendin.
Milgram ji bo ezmûna xwe, ji darizandinên efserên Nazî yên li Nurembergê sirûş (îlham) wergirt. Efseran kiryarên xwe bi gotina “Me tenê ferman cîbicî dikirin” rewa dikirin.
Milgram dixwest sînorên rajêrbûnê di mirovên asayî de bixe di bin ezmûnekê de. Ew jî dema ku ji wan mirovan were xwestin ku zirarê bigihînin kesên din, di bin siya desthilatdariyeke wekî rewa xuya dike.
Ezmûn(test):
Ev ezmûn di sala 1961’ê de li Zanîngeha Bêl pêk hat. Bi beşdariya 40 xwebexşan hate kirin. Ew xwebexş di wê baweriyê de bûn ku ew ji bo lêkolînek li ser fêrbûn û bîranînê tevlî ezmûnê bûne.Dabeşkirina rolan:
- Her car, kesek ji wan “mamoste” ye (xwebexşekî rasteqîn).
- Yê din “xwendekar” e (nûnerek ji tîma lêkolînê ).
Ramana ezmûnê:
Divê mamoste pirsan ji xwendekar bipirse, û heke xwendekar bersiveke şaş bide, divê mamoste “xurpeyek (şokeke) elektrîkê” li wî bide. Her çi qas şaşîtî bêhtir bibin, xurpe (şok) bihêztir dibe (ji 30 heta 450 voltî). Jenerator sêwer bû û elektrîka wî tunebû, lê mamoste ev yek nedizanî. Armanc ji vê yekê ew bû ku bikaribin tevger û reftarên wî lêkolîn bikin. Gelo ew ê rajêrî fermanên lêkolîneran bibe û xurpeyên elektrîkî li kesê din bide her çi qas êşdar bin jî, yan ew ê xwe vekişîne?Bertekên xwendekar (lîstikvan):
Di hin xurpeyên taybet de ew dest bi lîstikvaniya qêrînê dike. Dibêje ku ew êşê dikişîne û gelek azaran dikêşe bi taybetî di dilê xwe de, lava dike ku raweste, piştre tam bêdeng dibe. Lê serpereştê lêkolînê (sembola desthilatdariyê) ji mamoste dixwaze ku berdewam bike bi riya hevokên wekî van:- “Ji kerema xwe berdewam bike”
- “Ezmûn ji te dixwaze ku tu berdewam bikî.”
Encamên şaşwaz:
Tevî qîrîn, lava û gazinên “xwendekar”, %65ê beşdaran heta asta herî zêde (450 volt) xurpeyên elektirîkê didan, tenê ji ber ku zilamê bi kincê spî ji wan re gotibû, “Pêwîste ku tu berdewam bikî.” Encam gelekî bi şok bû: mirovên asayî amade ne ku zirarê bidin yên din. Hger biriyar ji hêla desthilatdariyeke wekî rewa ve, derkevin.Analîz û şîrovekirin:
Milgram encamê bi tiştê ku wekî “rewşa rajêrbûna kor” tê zanîn rave kir, di vê rewşê de ew kes berpirsiyariya sincî radiwestîne û xwe radestî fermanên desthilatdaran dike. Çend faktor bûn sedema zêdebûna rajêriyê, di nav wan de:- Baweriya bi layena akademîk a ezmûnê (Zanîngeha Bêl) .
- Prestîja desthilatdariya zanistî.
- kesê gorî ji aliyê fîzîkî ve dûrê xwebexş bû.
- Ferman ji xurpeyên sivik dest pê dikirin û ber bi yên giran ve diçûn. Vê yekê hişt ku pilebûna derûnî pejirandî be.
- Hembera diravî
Nakokî û sinc:
Tevî girîngiya ezmûnê, Milgram bi rexneyên girîng ên sincî re rû bi rû ma, yên herî girîng jî:- Xapandina derûnî ya beşdaran.
- tepsandina derûnî(Stresa psîkolojîk) a giran a ku kesên beşdar pê re rû bi rû man.
- Tunebûna erêkirina bi giştî.
Dubarekirina ezmûnê:
Di sala 2009’an de, lêkolîner Jerry Berger ezmûn bi awayekî guhertî ji ber sedemên sincî dubare kir û dîsa encamên wekhev nîşan da, ev yek jî tê wê wateyê ku mirov hîn jî meyla wan heye ji rajêrbûna desthilatdariyê re. Derûnnas Gina Perry paşê eşkere kir ku hin hûrgiliyên ezmûna sereke a Milgram hatine veşartin an jî guman li ser wan hatiye kirin, di nav de hin beşdaran dizanibûn ku xurpeyên elektirîkê ne rast bûn û ezmûnker zextek nepenî kiriye da ku ew berdewam bikin. Lê bi gelemperî, ezmûna Milgram aliyekî tarî yê derûniya mirovan eşkere kir, lê derî li ber têgihîştineke kûrtir ji tevgerên mirovan re di bin bandora desthilatdariyê de vekir.Jêderên zanistî
-
Milgram, S. (1963). Behavioral Study of Obedience. Journal of Abnormal and Social Psychology, 67(4), 371–378.
-
Blass, T. (2004). The Man Who Shocked the World: The Life and Legacy of Stanley Milgram. Basic Books.
-
Haslam, S. A., & Reicher, S. D. (2012). Contesting the “Nature” of Conformity: What Milgram and Zimbardo’s Studies Really Show. PLoS Biology, 10(11), e1001426.