Mîtokenderiya û DNAya dayika mirovahiyê (mtDNA)
| Amiroz
Di her şaneyekê di laşê me de, gewdeyên pir biçûk hene navê wan Mîtokenderiya ne, berpirsiyartiya hilberîna enerjiya ku ji bo jiyana şaneyan pêwîst e, dikin. Jixwe ew ne tenê pîleke di nava şaneyê de ne, lê belê kodeke cînî ya taybet ku bi navê DNAya Mîtokenderiyayî (mtDNA) tê zanîn, digre nava xwe.
mtDNA ew e koda cînî ya di hundirê Mîtokenderiya de ye. Tiştê ku wê vawêr dike ku ew tenê ji dayikê tê veguhestin zarokên wê, bêyî destwerdana bav. Ango, hûn di şaneyên xwe de kopiyek ji mîtokenderiyên ku we ji dayika xwe hildigirtiye dihewînin, ku dayika we jî ji dayika xwe girtiye… û bi vî awayî bi hezarê salan berdewam kiriye.
Bi vî awayî, mîtokenderiya, ne tenê çavkaniyeke enerjiyê di nava şaneyan de ye, lê di heman demê de depoyek ji bîrdanka dayika mirovî ye, û weke pirekê ye ku tevahî mirovan bi yek kokê û yek dayikê ve girê dide.
DNAya mîtokenderiyayî (mtDNA): pêkhate û taybetmendî
-
Cih û teşeya wê:
-
Di hundirê Mîtokenderiyê de ye, ne di tovika şaneyê de ye.
-
Weke molekuleke biçûk û girover e.
-
Tenê nêzîkî 16,500 cotên bazên azotî dihewîne.
-
-
Hejmara cînan û peywirên wan:
-
Tenê 37 cînan dihewîne, ew jî ev in:
-
13 cînên ji bo çêkirina proteînên girîng di hilberîna enerjiyê de (oxidative phosphorylation).
-
22 cînên ji bo hilberîna molekulên RNA yên veguhêz (tRNA).
-
2 cînên ji bo hilberîna RNA ya rîbozomî (rRNA).
-
-
Cudahiya wê ji DNA ya nûklerî (di tovika şaneyê de):
-
Intron (beşên ne kodkirî) tê de tune ne.
-
Bi proteînên hîston ên ji bo parastinê ve nayê girêdan.
-
Di “jinûve pêkhatina cînî” de derbas nabe ( bi DNAya bav re tevlihev nabe).
-
-
Awayê Veguheztinê:
-
Tenê ji dayikê tê jêgirtin.
-
Ji nifşekî ber bi nifşekî ve hema bêje mtDNA wek hev e (Ji bilî hin motasyonên piçûk).
-
-
Girîngiya wê ya zanistî:
-
Ew wekî tomarên cenetîkî yên hûrnêrîn ku ji bo şopandina kokên mirovan tê bikaranîn, dixebite.
-
Ew wekî “demjimêrek molekulî” ji bo diyarkirina dema şaxbûna dûndeyên mirovan di seranserê dîrokê de tê bikaranîn.
-
Koda Dayika Mirovan : Dayika Tevahî Mirovan!
Dema ku zanyaran mtDNA ya miletên cûrbecûr li seranserî cîhanê lêkolîn kirin, tiştekî pir balkêş dîtin: Hemû mirovên ku îro dijîn, koka mîtokenderiya wan vedigere jinekê tenê ku nêzîkî 150,000 heta 200,000 sal berê li Afrîkayê jiyaye. Navê wê kirin “Hewa Mîtokenderiyê (Mitochondrial Eve)”.
Ev nayê wê wateyê ku ew jina bi tenê ya di wê demê de bû, lê belê rêza nijada mîtokenderî tenê ji wê der hat, bi vî awayî xêza wê ya cînî heta roja îro berdewam kiriye.
Têgihîştina me ya derbarê xwezaya mtDNA û veguheztina wê di navbera dayikan de rê li ber yek ji vedîtinên herî girîng di cenetîka mirovan de vekir: têgeha “Mitochondrial Eve”. Ev çîrok vedigere sala 1987’an, dema ku tîmek ji zanyaran bi serperiştiya zanyar Rebecca Kahn (tev herdû hevalên wê Mark Stoneking û Alan Wilson) rêzikên mtDNA ji mirovên xwedî nijadên cihêreng analîz kirin pbs.org. Lêkolîneran dîtin ku cudahiyên DNA ya mîtokenderî di navbera mirovên nûjen de bi awayekî rêjeyî piçûk in, hemû jî nîşan didin ku koka wan hevpar e. Lêkolîna ku wê demê di kovara Nature de hat weşandin, gihîşt wê encamê ku hemû mtDNA yên mirovên nûjen koka wê girûbeke ku di navbera 140.000 û 200.000 sal berê li Afrîkayê jiyaye. Bi hevokeke hêsantir em bêjin; ev tê wê wateyê ku jineke kevnar tenê hebû ku ew dayika hevbeş a dawî ya tevahî mirovan bû, ev yek bi rêya şopandina xêza dayikan hate naskirin, lewma zanyaran navekî fîgûratîf (metaforîk) lê kirin ew jî “Mitochondrial Eve” yan jî bi Erebî “Hewa (حوّاء) Mîtokenderî”.
Pir girîng e ku were zanîn ku binavkirina vê jinê bi navê “Hewa(حوّاء)” nayê wateya ku ew jina tekane bû di wî zemanî de yan di dîrokê de. Lê ew yek ji hezarên jinan di serdema xwe de bû, lê belê rêza dûndeya wê ya mê ( ku ji dayikê diçe keça wê) bê rawestandin heta roja îro berdewam kiriye, di heman demê dûndeya jinên dîtir her yek di qonaxekê de qut bûye (mînak: dema ku jinek zarokên mê neyine dunyayê ku bi rêya wê mtDNA ya wê berdewam bike).
Lewma Hewa Mîtokenderî jina dawî ye (ji aliyê demkî ve) ku dûndeya wê ya rasterast heta roja me îro dewam kiriye. Her mirovek zindî îro di mîtokenderiya xwe de şopa wê jina afrîkî ya kevnar hildigre. Hêjayî gotinê ye ku vê têgehê teoriya “Ji Afrîkayê Derketin” ya li ser koka mirovên nûjen piştrast kir, ji ber ku derketina tevahî rêzikên mtDNA ji jinekê ku li Afrîkayê jiyaye tam bi fikreya ku dibêje mirovên nûjen hemû ji yek koka afrîkî belavî dunyayê bûne re lihev tê.
Şopandina dûnde û koçberiyên mirovan bi rêya bikaranîna mtDNA
mtDNA bûye amûreke giranbuha ji zanyarên cenetîkê û antropolojiyê re ji bo şopandina dîroka mirovahiyê û belavbûna erdnîgarî. Ji ber ku mtDNA bêyî ku tevlihev bibe bi rêya dayikan tê veguhestin, her wiha bi demê re hema bêje bi rêjeyeke xwecih mutasyonan digire, ew wekî demxeyekê ji bo pêşveçûnê dixebite. Lêkolîner rêzikên mtDNA yên komên cûda yên mirovan didin hevrûkirin da ku dareke malbatî ya cenetîkî ya gerdûnî çêbikin ji bo asta xizimtiya di navbera gelan de û kengî ji koka xwe ya hevpar ji hev cuda bûne, nas bikin.
Her çiqasî wekhevî di navbera mtDNA ya du komên mirovan zêde bibin, ewqasî cudabûna wan ji dûndeyeke dayikî ya tenê, ji aliyê demê ve nêzîktir e.
Bi rêya bikaranîna vê teknîkê, zanyaran karîbûn rêyên koçberiya mirovên kevnar di parzemînan de jinûve ava bikin. Wek mînak: ezmûnên mtDNA diyar kirin ku şêweyên cenetîkî yên hevbeş di navbera mirovên resen ên herdû Amerîka û gelên rojhilatê Asiya de hene, ev jî tê wateya ku berî bav û kalên wan ji Asiya koçberî herdû Amerîkayan bibin koka wan yek bû.
Her wiha karîbûn dûndeyên mtDNA yên taybet bi hin herêmên erdnîgarî ( wekî “komên takekesî” yan jî “haplogroup” têne zanîn) diyar bikin, ku şopandina xetên koçberiya mirovên nûjen ji Afrîka heta tevahiya cîhanê bi rêya Rojhilata Navîn û Asiya re, ber bi Ewrûpa û Amerîka û Okiyanûsê ve hêsan dike.
Vehelandinên (analîzên) mtDNA tekez kirin ku îro pirrengiya cenetîkî ya mirovan bi awayekî rêjeyî kêm e, ev jî nûbûna dewrana belavbûna me û girêdana me ya nêzîk wekî malbateke yekane ya mirovan nîşan dide. Heta di asta lêkolînên dadwerî û nasnameyê de jî, mtDNA carinan ji bo nasandina bermayiyên mirovên kevnar an jî ên ku pir dahelandî ne, tê bikaranîn, ji ber ku xwezaya dorhêlî ya mtDNA û hebûna gelek kopiyên wê di her şaneyekê de dihêle ku di şert û mercên dijwar de ji DNAya tovikî berxwedêrtir be.
jêder
-
Siekevitz, P. (1957) ‘Powerhouse of the cell’, Scientific American, 197(1), pp. 131–140. Available at: https://pmc.ncbi.nlm.nih.gov/articles/PMC10763495/ (Accessed: 17 June 2025).
-
Cann, R.L., Stoneking, M. and Wilson, A.C. (1987) ‘Mitochondrial DNA and human evolution’, Nature, 325(6099), pp. 31–36. doi:10.1038/325031a0.