Skip to main content

Cudahiya di Navbera Aşûftebûn û Nexweşiyê de

| Amiroz

Nexweşî (Disease)

Ew rewşeke gewdeyî yan fîzyolojîk e ku pir caran dikare bi rêya nîşanên biyolojî yan venêrandinên (têstên) laboratîfê bên pîvandin an têbînîkirin. Nexweşî bi piranî weke têkçûna lebateke (organeke) taybet an pergaleke biyolojîk tê naskirin, di heman demê de xwedî mekanîzmek diyar e. Pirê caran, sedemên wê dikarin werin destnîşankirin, wekî înfeksiyon (jêvegirtin), têkçûneke bergirtinê yan jî sedemên cenetîkî.   

Aşûftebûn (Disorder)

Aşûftebûn têkçûneke di pêvajoyên derûnî, reftarî, yan laşî de destnîşan dike, ku pirê caran bêyî sedemeke lebatî ya zelal an mekanîzmeke fîzyolojîk a naskirî çêdibe. Ev têgeh bi piranî di warên  bijîşkiya derûnî (Psychiatry) û derûnasiyê de ji bo destnîşankirina rewşên wekî depresiyon, aşûftebûna endîşeyî (Anxiety disorder), aşûftebûna tevliva zêde û kêm balkişandinê (ADHD) tê bikaranîn. Di van rewşan de, têkçûneke şênber ku bi awayekî hûrnêrîn were pîvandin tune ye, lê şêwazeke domdar a raman an reftarên ku dibin sedema tengasiyê an lewaziya kiryarê heye.  

Cudahî li gorî pîvanên zanistî

 
Aşûftebûn Nexweşî Pîvan
Di gelek rewşan de bi hûrnêrînî ne diyar e Bi piranî diyar û zelal e Sedema biyolojîk
Kêm di têst û wêneyên bijîşkî de xuya dikin Bi piranî dikare li ser asta lebatî were venêrîn Ezmûnên (Têstên)laboratîfî
Bijîşkiya derûnî û reftarî bijîşkiya giştî û laşî Qada bikaranînê
Depersiyon – endîşe- OCD Şekir- Penceşêr-Zerdik Mînak