Skip to main content

Bi xêr hatine Amîroz, cihê ku em bi hev re pireke zanistî bi zimanê kurdî ava dikin

Derbarê Amîroz de

Amîroz yekemîn platforma zanistî ya bi zimanê kurdî ye, ku ji aliyê Amîtis Kerad ve hatiye damezirandin û bi hevkariya Mîran Ehmed û Rosêl Îsa ve hatiye birêvebirin, bi armanca avakirina çavkaniyeke/refranseke zanistî ya akademîk bi zimanê kurdî.
Platform hewl dide ku naverokek zanistî ya pêbawer li ser bingeha çavkaniyên akademîk ên pejirandî peyda bike, di heman demê de bi bingehgirtina rêbazên lêkolîna zanistî û bêalîbûnê, dûrî ti alîgiriyek li hemberî bawerî yan aliyên siyasî, olî û kesane.
Em li Amîroz li ser wergerkirin û pêşkêşkirina gotarên zanistî û kurteyên pirtûkên taybetkirî kar dikin, ji bo dewlemendkirina naveroka zanistî ya bi zimanê kurdî û bilindkirina asta hişmendiya akademîk dixebitin. Em hûrnêrînî, dilrastbûna zanistî û rêzgirtina rêbazên lêkolîna akademîk bingeh digrin, bi baweriya girîngiya belavkirina zanînê bi zimanê xwe yê dayikê.

Dîtina me

Ku Amîroz
bibe yekemîn çavkaniya zanistî bi zimanê kurdî, ya ku dibe alîkar di pêşvebirina hişmendiya akademîk û bihêzkirina çanda lêkolîna zanistî di civaka kurdî de.

Peyama me

Peydakirina naverokeke zanistî ya hûrnêrînî bi zimanê Kurdî, li ser bingeha jêderên pêbawer, bi giranî li ser hûrnêrîbûn û bêalîbûnê, ji bo belavkirina zanîn û zaniyaran bi awayekî berdest û hêsan ji xwendeyên Kurd re.

Jêderên me

Hemû gotar û kurte xwe dispêrin çavkaniyên zanistî yên pêbawer, û em jêderan li jêra her gotarekê bi bîr tînin, mîna: pirtûk, lêkolîn û malperên akademîk.

Tîma damezrîneran

Amîtis Kerad
Damezrînera Amîroz, nivîskar û edîtora beşa erebî. Xwedî diploma di Lêkolînên Medyayê de ye û niha li Belcîkayê ji bo stendina bawernameya Bekeloriyosê di warê derûnnasiyê de dixwîne.
Mîran Ehmed
Hev-damezrînerê Amîroz, nivîskar û edîtorê beşê kurdî û grafîkçêker.
Sarîn Îsa
Hev-damezrînera Amîroz, rastnivîsera zimanê kurdî û hevrêza têkiliyên giştî li Rojava. Niha li Rojava beşa bijîşkiyê dixwîne.

Tîma wergerandinê

Alan Reşo
Semînervan û lêkolînerê dîplomatîk li Rojava û wergêr di Amîroz de.
Rokistan Abdo
Mamosteya zimanê Kurdî li Rojava û wergêr di Amîroz de
Ciwan Husên

Mamosteyê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava û wergêr di Amîroz de.

Derçûyê peymangeha Endeziyarî ya Şamê. Wergervanê pirtûkên zanistî mîna (bîrkarî û elektronîk).