Skip to main content

Bandora pêkhateya CCF ya dijî penceşêra malzarokê

| Amiroz

Pêşgotin

Penceşêra malzarokê pirsgirêkeke tenduristiyê ya cîhanî ye, û di nav penceşêrên jinan de ji hêla rêjeya belavbûn û mirinê ve di rêza çaremîn de ye. Piraniya rewşan bi enfeksiyonên celebên xwedî xeteriyeke pir bilind ve girêdayî ne, ew enfeksiyon jî yên vîrusa papîloma ya mirovî (HPV), bi taybetî HPV-16 û HPV-18 . Tevî bandora bernameyên xweparastina bi deqavkê û rêbazên teşxîsa/venêrîna zû. Hîn jî terapiyên  birînkarî, kîmyayî û tîrêjî bi sînorkirinên têkildarî jehrîbûna sîstemîk û berxwedana dermanan re rû bi rû ne. Di vê çarçoveyê de, lêkolînên dawî li ser pêkhateyên şînatiyên bi çalakiya dij-tumor û jehrîbûna bijartî ji bo şaneyên penceşêrê disekinin.   Şînatî wekî jêderên dewlemend bi metabolîtên biyokîmyayî yên duyemîn tên nasîn. Ku dikarin xwe di riyên nîşeyên şaneyî navre bikin. Ku ev nîşe jî bi jiyana şaneyî û mirina wê ya bernamekirî  (Apoptosis) re têkildar in. Di nav van şînatiyan de, girîngiya Centrapalus pauciflorus  ya ji malbata Asteraceae berbiçav bû, ew jî bi saya naveroka wê ya ji pêkhateyên flavonoîd û terpenoîdê. Di vê lêkolînê de, pêkhateya Centrapalus Coumarin F (CCF) ji beşên hewayî yên şînatiyê hate veqetandin, û bikêrhatina jehrîbûn û vebijartiya wê li dijî şaneyên penceşêra malzarokê yên bi HPV-18 ve girêdayî hate nirxandin.

Kurteya Lêkolînê :

Ev lêkolîn ji bo nirxandina bandora dij-penceşêrî ya pêkhateyeke xwezayî bi navê Centrapalus Coumarin F (CCF) hatiye kirin, ku ev pêkhate ji beşên hewayî yên şînatiya Centrapalus pauciflorus ya ku vedigere malbata Asteraceae , tê derxistin.  

Vedîtin

Lêkolînerên Zanîngeha Duhokê, bi hevkariya saziyên lêkolînî yên Meceristanî , şînatiya Centrapalus pauciflorus  lêkolîn kirin, û pêkhateyeke nû vedîtin ku navê wê kirin CCF . Di ezmûnên laboratîfî de, ev pêkhate karîbû bi qasî %95ê şaneyên penceşêra malzarokê yên bi HPV-18 vegirtî bikuje, bêyî ku zirarê bide şaneyên normal û xwezayî.  

Ev pêkhate çawa dixebite?

  Pêşî li rê li ber parvebûna şaneyên penceşêrî digire.   Mirina şaneyî ya bernamekirî (apoptosis ) handan dike. Ku ew jî  rêbaza xwezayî ya laş e ji bo xilasbûna ji şaneyên zirardar.   Ew karîna şaneyên penceşêrî kêm dike ku di nav laş de belav bibin an jî koç bibin.   Bandorên wê yên dij-estrocîn ( hormona estrogenê)  hene, ev tê wê wateyê ku dibe di cureyên din ên penceşêrê yên ku bi vê hormonê bandor dibin jî bibe alîkar  

Çima ev vedîtin girîng e?

  Ji ber ku ew karîna pêşxistina dermanek xwezayî bi bandorên aliyî yên kêm û dikare bi taybetî şaneyên penceşêrê armanc bigire, pêşniyar dike, ev bi xwe tiştek bû ku lêkolînên penceşêrê bi deh salan e hewl dane bighêjênê.  

Rêbaza ezmûnî

  Lêkolîn bi derxistina pêkhateyeke xwezayî ya bi navê Centrapalus Coumarin F (CCF) ji beşên hewayî yên şînatiya Centrapalus pauciflorus dest pê kir. Piştî pêvajoya derxistinê, pêkhate ji bo analîza kîmyewî û ezmûnkirina bandora wê ya biyolojîkî li dijî şaneyên penceşêrê yên mirovan ji bo laboratuarên taybet hate veguheztin.   Teknolojiya çandina şaneyî hate bikar anîn, ku tê de xêzên şaneyên  penceşêrî yên cûda di sênîkên laboratîfî de hatin çandin, di nav de:   Şaneyên penceşêra malzarokê (SiHa , HeLa)   Şaneyên penceşêra pêsîrê yên (7-MCF û 231-MDA-MB)   Şaneyên penceşêra hêkdankê (A2780)   Şaneyên penceşêra mejî (U87MG)   Ev şane bi rêjeyên cûda yên CCF re rû bi rû man. Bandora biyolojîkî li gorî pîvanên jêrîn hate nirxandin:  
  1. Rêjeya astengkirina mezinbûna şaneyî : bi rêya karanîna ezmûna MTT ji bo pîvandina jehriya şaneyî û destnîşankirina nirxê tîrbûna  nîv-astengkera (ICso).
  2. Handana mirina şaneyî ya bernamekirî ( apoptosis ) : Bi rêya karanîna boyaxên fluoresan û analîzên mîkroskopîk, ji bo destnîşankirina nîşandayên apoptozê.
  3. Şîyana şaneyan ji bo koçkirin û belavbûna wan : Bi rêya ezmûnên başbûna birînan (wound healing assay ) û testên dagirkeriya şaneyî.
  4. Bandora li ser çalakiya pêşwazkerên estrocînê : Bi rêya ezmûnên taybet ji bo lêkolîna riyakisyonan bi van pêşwazkeran re.
 

Encam

Encam nîşan dan ku pêkhateya CCF li dijî şaneyên penceşêra malzarokê ya HPV-18 (HeLa) xwedî çalakiyeke astengker a bihêz e, di heman demê de saxiya şaneyên ne penceşêrî  jî diparêze, ev hemû karîna wê wekî terapiyeke vebijartî ya sozdar zêde dike.  

Perepêdan

Ev lêkolîn ji aliyê Wezareta Afrînerî û Zanyariyan ya Meceristanê ve hate perepêdankirin.  

jêder:

  1. عبد الخالق، ه. وآخرون. (2025). “فعالية مركب نباتي من C. pauciflorus ضد خلايا HeLa-HPV18″، مجلة بحوث الأورام البيئية، 12(1)، 45–57. ( Ebdul Xaliq, H. û yên din. (2025). “Bandoriya pêkhateyeke riwekan ji C. pauciflorus li dijî şaneyên HeLa-HPV18,” Kovara Lêkolîna Onkolojiya Jîngehê, 12(1), 45–57.)
  2. Trimble, C.L. et al. (2019). “Therapeutic options in cervical cancer: Targeted therapies in HPV-driven disease”, Gynecologic Oncology, 153(1), 109–118.
  3. Kalia, M. et al. (2020). “Plant-derived anticancer agents: Mechanisms of cytotoxicity”, Frontiers in Pharmacology, 11:941.
  4. Siegel, R.L. et al. (2024). “Cancer statistics, 2024”, CA: A Cancer Journal for Clinicians, 74(1), 7–33.
 

Peyvên sereke:

Penceşêra malzarokê;  HPV-18; pêkhateyeke şînatiyî ; Centrapalus pauciflorus Apoptosis

  Lêkolîner :

 
  • Hazhmat Ali
  • Shelan Rasool
  • Muhammad Bello Saidu
  • Péter Germán
  • Gábor J. Szebeni
  • Enikő Szabó
  • Dóra Rédei
  • Judit Hohmann
  • István Zupkó