Zarokên CRISPR
Di sala 2018’an de, lêkolînerê çînî He Jiankui gengeşeyeke zanistî û sincî ya berfireh derxist holê dema ku jidayikbûna du zarokên ku bi awayekî cînî hatine guhertin bi rêya teknolojiya CRISPR-Cas9 ragihandin. Armanca vê ezmûnê ew e ku cîna bi navê CCR5 sererast bike, da ku herdû zarokên cêwî li hember vîrûsa “Kêmbûna Bergiriya Mirovî HIV” berxwedêr bin, bi taybet ku ew vîrûs bi bavê zarokan re hebû.
He Jiankui got ku wî ev ezmûn weke hewildaneke ji bo xweparastinê ne ji bo terapiyê çêkiriye, lê belê civaka zanistî ya navnetewî ev ezmûna wî şermezar kir û weke tecrûbeyeke dijî sinc û ne bi ewle nirxandin, ji ber ku lêkolînên têrker ên ku ewlehiya sererastkirinên cenetîkî yên bi vî rengî li ser astên demdirêj misoger dikin tune ne, bi taybet ku ew bandorê li ser qonaxên destpêkê yên DNA dike û bi vî rengî dibe ku guhertinan derbasî nifşên nû jî bike. Piştre analîzan nîşan dan ku ew sererastkirina cînî tam ne hûrbîn bû, û di DNA de guhertinên ne çavrêkirî çêbûn, her wiha ne diyar bû ka cêwîyan li dijî vîrusê bergiriya ku dihate xwestin bi dest xistine yan na. Di encamê de, li ser He Jiankui 3 sal zindan li Çînê hate birîn ji ber tecawizkirina yasayên bijîşkî û bikaranîna karê bijîşkiyê bêyî destûrname (ruxset).Details
-
Editor
Amiroz -
Date
May 23, 2025
More

Nexşeya mejî
