Skip to main content

çima em xewn dibînin?

Bi hezarê salan e ku mirovan hewl dane xewnan fêm bikin. Padîşahên Mezopotamyayê xewnên xwe tomar dikirin, û Misriyan pirtûkek nivîsandin ku ji 100 xewnan zêdetir tevî  wateyên wan  tê de hebû. Îro, tevî pêşketina zanistî, em hîn jî bi rastî nizanin çima em xewnan dibînin, lê çend teorî hene:

1.Em xewnan dibînin da ku daxwazên xwe pêk bînin

Freud digot ku xewn (heta bi kabûsan jî) xwestekên me yên nehişmend nîşan didin, û analîzkirina wan alîkariya me dike ku em pirsgirêkên xwe yên derûnî fêm bikin.

2.Em xewnan dibînin da ku bibîr bînin

Xewa bi xewnan re bîranînê baştir dike. Ezmûnekê nîşan da  ew kesên ku bi labîrentekê (maze) berî çarekirina wê xewna wê dîtibûn, berbîniya serkeftina wan bi qasî 10 qatan zêdetir bû.

3.Em xewnan dibînin da ku ji bîr bikin

Mejî bi milyonan têkilî û girêdanan çêdike, û xewn dibe alîkar ku mejî ji van girêdanên ne girîng xilas bibe, da ku ji tevliheviya hizrî dûr bikeve.

4.Em xewnan dibînin da ku hişê xwe di xebitînê de bihêlin

Dema ku di xewê de hander kêm dibin, mêjî dest bi hilberandina wêne û ramanan ji bîranînê dike, ku bi awayê xewnan diyar dibin.

5.Em xewnan dibînin ku perwerde bikin

Xewnên ku tirs an rewşên xeternak dihewînin, alîkariya me dikin da ku em xwe li ser revîn an şerkirinê perwerde bikin, wekî ku ew perwerdekirinrke ji xerîzeya me re ye.

6.Em xewnan dibînin da ku baş bibin

Xewn alîkariya me dikin ku em tecrubeyên êşdar bi aramî fêm bikin, û nebûna xewnan dibe ku bi pirsgirêkên derûnî yên wekî depresyon an PTSD ve girêdayî be.

7.Em xewnan dibînin da ku pirsgirêkan çareser bikin

Di xewnan de hiş ji vaciyê (mentiqê) wêdetir diçe, bi vî awayî çareseriyên afirînerî diafirîne, ku mirov di dema şiyarbûnê bi wan nahizire. Hin zanyar bi rêya xewnan pirsgirêkên pir mezin çareser kirine.

Di dawiyê de, tevî van hemû teoriyan, sedema xewnan hîn jî raze ye, û em ê xewnan bibînin heta vê sedemê vebînin.



Details

  • Editor

    Amiroz
  • Date

    May 23, 2025

More

Nexşeya mejî

Zarokên CRISPR